Xazî Wehîd: Kurê min bi daxwaza xwe çû Tirkiyê, kes ne tawanbar e

Bavê xortê bi navê Mûsa Xazî Wehîd ragihand: “Kurê min bi daxwaza xwe çû Tirkiyê, ne hikûmet û ne ti kes ji vê yekê tawanbar nîne.”

K24 – Duhok

Bavê xortê bi navê Mûsa Xazî Wehîd ragihand: “Kurê min bi daxwaza xwe çû Tirkiyê, ne hikûmet û ne ti kes ji vê yekê tawanbar nîne.”

Mûsa Xazî Wehîd ku xortekî Şêladizî ye, piştî çûye Tirkiyê, hatiye desteserkirin. Li ser medyaya civakî wisa hatiye nîşandan ku Mûsa Xazî Wehîd radestî Tirkiyê hatiye kirin. Lê belê bavê wî vê îdiayê red dike û dibêje "kurê min bi daxwaza xwe çû Tirkiyê".

Xazî Wehîd ji Kurdistan24ê re ragihand: “Kurê min çend caran ji min re got ez dixwazim biçim Tirkiyê. Bi daxwaz û xwesteka xwe çû û tawana ti kesek tê de nîne.”

Herwiha Xazî Wehîd eşkere dike ku ti gazineke wî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê tine ye, ji ber ku kurê wî li ser berpirsyariya xwe çûye.

Li ser nûçeyên ku derbarê kurê wî de hatine belavkirin, Xazî Wehîd diyar kir: “Min ji ti kesî re negotiye derbarê wî de nûçe belav bikin û ti peywendiya me bi kesekî re tine ye. Min her roj ji kurê xwe re digot neçe, lê wî her dem digot 'ez ê biçim', sûcê ti kesî tê de nîne.”

 

Î.A