Hevpeymaniya Navdewletî binkeya serbazî ya Tacî radestî Iraqê kir

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî îro yekşemê Binkeya Serbazî ya Tacî radestî hêzên Iraqî kir.

K24 – Hewlêr

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî îro yekşemê Binkeya Serbazî ya Tacî radestî hêzên Iraqî kir.

Serbazgeha Tacî bi 20 kîlometre dikeve bakurê Bexdayê û çend meh in dibe armaca mûşekan. 47 hezar endamên hêzên ewlehiyê li Serbazgeha Tacî li ser teknîkên dariştina planan ji bo operasyonan, bijîşkiya serbazî û bidestxistina zanyariyên sîxûrî hatin perwerdekirin.

Li gor ragihandina hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, vekişîna ji serbazgeha, di çarçoveya planeke demdirêj de û rêkeftina bi Bexdayê re pêk hatiye.

Herwiha hatiye eşkerekirin ku hejmareke kêm ji wan hêzan li Serbazgeha Tacî mane û piştî çend rojan, ew jî dê ji serbazgehê derkevin.

Hevpeymaniya Navdewletî di daxuyaniya xwe de diyar dike: “Çendîn çaksazî li binkeya serbazî ya Iraqê hatine kirin ku bûye cihê sereke yê rahênana hêzên li dijî DAIŞê. Hevpeymaniya Navdewletî bi buhayê 347 milyon dolar alav û pêwîstiyên Serbazgeha Tacî pêşkêşî hikûmeta Iraqê kir.”

Çen roj berê, Donald Trump, Serokê Amerîkayê ragihandibû; hêzên Amerîkayê ji Iraqê vedikişin.

Herwiha îsal Parlementoya Iraqê li ser derketina hêzên Amerîkayê ji Iraqê, deng dabû. Ev jî piştî wê yekê hatibû ku Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendîs ji aliyê firokeyên Amerîkayê ve li Bexdayê hatibûn kuştin.

 

Î.A

Fly Erbil Advertisment