Li Herêma Kurdistanê 17 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên 24 demjimêrên bûrî yên taybet bi vîrûsa Koronayê belav kirin û da zanîn, 17 kesên din bi wê vîrûsê canê xwe ji dest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan: Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên 24 demjimêrên bûrî yên taybet bi vîrûsa Koronayê belav kirin û da zanîn, 17 kesên din bi wê vîrûsê canê xwe ji dest dan.
Di daxuyaniyekê de Wezareta Tendirustiyê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 523 kesên nû bi vîrûsa Koronayê ketin, ji wan 194 li Hewlêrê, 189 li Silêmaniyê, 31 li Germiyan û 11 jî li Helebce ne.
Da zanîn jî, 17 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan ku 10 kes li Hewlêrê, 6 li Silêmaniyê û kesek jî li Helebceyê ye.
Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, 857 pêketiyên Koronayê baş bûne.
Bi vî awayî hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi Koronayê gihîşt 24 hezar û 794 kesan, ji wan jî 903 kesan canê xwe ji dest dan.