Li Herêma Kurdistanê projeyeke geştiyariyê ya stratejiya niştimanî tê bicihkirin
Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran Qubad Telabanî ragihand, projeya geştiyariya Dukanê, hejmareke mezin ji derfetên kar peyda dike.
K24 – Navenda Nûçeyan: Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran Qubad Telabanî ragihand, projeya geştiyariya Dukanê, hejmareke mezin a derfetên kar peyda dike û dibe sedema geşkirina karta geştûguzariyê û piştre berfirehkirina jêderên dahata darayî.
Îro piştî nîvro Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran Qubad Talebanî bi riya vîdyokonferansê serperiştiya civîna Komîteya Bilind a Projeya Geştiyariya Dukanê kir ku projeyeke geştiyarî ya stratejî ye û dikeve qezaya Dukanê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê.
Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran amaje bi girîngiya wê projeya stratejî kir ku her di qonaxa destpêka wê ve, hejmareke mezin a derfetên kar peyda dike û piştre jî dibe sedema tevgera bazirganiyê ya mezin li Herêma Kurdistanê bi giştî, ji bilî wê jî dîmeneke geştiyariyê ya ciwan dide deverê.
Got jî: Em di hikûmeta Herêma Kurdistanê de amade ne bo hemû asankariyan ji bo ew projeya girîng bi ser bixin ku ji aliyekî ve sûda wê ya rasterast ji welatiyan re dibe û ji aliyekî din ve jî dibe amrazek bo geşekirin û bihêzkirina jêrxaneya aborî li Herêma Kurdistanê.