Hêzên Amerîkî li serbazgeha Eyn Esed dimînin
Jêderekî ewlehiyê ragihand, hêzên Amerîkî û Hevpeymaniya Ameîrkî piştî ji serbazgeha Tacî vekişiyan, berê xwe dan serbazgeha Eyn Esed ya li parêzgeha Enbarê.
K24 – Navenda Nûçeyan: Jêderekî ewlehiyê ragihand, hêzên Amerîkî û Hevpeymaniya Navdewletî piştî ji serbazgeha Tacî vekişiyan, berê xwe dan serbazgeha Eyn Esed ya li parêzgeha Enbarê.
Hêzên Amerîkî û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî îro binkeya serbazî ya Tacî ya li bakurê Bexdayê radestî hêzên Iraqî kir û dê jê vekişin.
Wê derbarê de jêderekî ewlehiyê yê Iraqî ragihand, hêzên ji serbazgeha Tacî vekişiyane, li serbazgeha Eyn Esed bi cih dibin, heta dema bi temamî ji Iraqê vedikişin û ti demeke destnîşankirî ji bo vekişandina wan ji wê binkeyê nehatiye diyarkirin.
Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Iraqê di wê derbarê de ragihand, hêzên Hevpeymanên Navdewletî nikarin li cihên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin bimînin.
Ji aliyekî din ve Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Myles Caggins ragihand, “Me 8 binke radestî hêzên Iraqî kirin, em naxwazin li cihên ji destê DAIŞê rizgar bûne bimînin”.
Myles Caggins di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: Di rûbirûbûna DAIŞê de, baweriya me bi artêşa Iraqê û Pêşmerge heye.