Mesrûr Barzanî bi serperiştyarê Germiyanê re rewşa wê deverê guftûgo dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pêwendiyeke telefonî de, destxweşî li berpirsên îdareya Germiyanê kir ku di dema dirustbûna aloziyê û êrîşa li ser dam û dezgehên hikûmî de li Germiyanê, mal û cihên giştî û yên welatiyan parastin.

K24 – Navenda Nûçeyan:

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pêwendiyeke telefonî de, destxweşî li berpirsên îdareya Germiyanê kir ku di dema dirustbûna aloziyê û êrîşa li ser dam û dezgehên hikûmî de li Germiyanê, cihên giştî û malên welatiyan parastin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêwendiyeke telefonî ligel Serperiştyarê Îdareya Germiyanê kir û rewş û pirsgirêkên li Germiyanê guftûgo kirin.

Mesrûr Barzanî destxweşî li berpirsên deverê kir ku di dema derketina aloziyan û êrîşa li ser dam û dezgehên giştî û mal û milkên welatiyan de, berpirsan hewla parastina cihên giştî û milkên xelkê dan.

Serokê Hikûmetê amaje bi wê da, mixabin xelkek heye hewl dide daxwazên rewa yên welatiyan, ji bo armancên xwe yên siyasî û kesayetî bi kar bînin û xelkê han didin ji bo cihên giştî bişewitînin û aloziyan derxînin. Vê riftarê bi tawan dizanin û divê rêkarên yasayî li hember têkderan werin girtin.

Herwiha Serokê Hikûmetê ronahî xiste ser rewşa nexwastî ya tendirustiyê û qeyrana darayî ku li derveyî daxwaza hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Amaje bi wê jî da, derbaskirina vê rewşê, hevahengî û hevkariya hemû aliyan pêwîst e.