Parêzgarê Helebce: Mesrûr Barzanî tekezî li wê kir ku xelkê Helebce hêjayî hemû xizmetguzariyan e

Parêzgarê Helebceyê Azad Tewfîq radigihîne, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekezî li wê kir ku xelkê Helebceyê hêjayî hemû xizmetguzariyan e û divê xizmeta wî bajarî were kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan: Parêzgarê Helebceyê Azad Tewfîq radigihîne, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê  tekezî li wê kir ku xelkê Helebceyê hêjayî hemû xizmetguzariyan e û divê xizmeta wî bajarî were kirin.

Serokê  Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhîpêwendî bi Parêzgarê Helebceyê Azad Tewfîq re kiribû. Di wê derbarê de Parêzgarê Helebceyê ji K24ê re got: Serokê Hikûmetê hevsoziya xwe bi xelkê Helebceyê re derbirî û got ku xelkê Helebceyê hêjayî hemû xizmetguzariyan e û tiştê baş ew e ku bê rijnandina xwînê, rewş hat kontrolkirin.

Azad Tewfîq got jî: Tekezî li bicihkirina 2 projeyên girîng li sînorê parêzgeha Helebceyê hate kirin, projeya pireya Tiweqot û projeya navçeya pîşesazî ya xwarekê ne. Her du jî di qonaxa dawiyê ya amadekariyê de ne û di demeke nêzîk de û piştî temambûna rêkarên îdarî, kevirê bingehê ji her du projeyan re tê danîn.

Şeva 22ê Tebaxê hejmarek ji xwepêşanderan bi ser avahiya şaredariyê, qeymeqamiyê û binkeya polîsa çûnûhatinê de girtin û şewitandin. Herwiha li Kelarê jî xwepêşanderan êrîşî ser qeymeqametiyê kir û beşek jê şewitand. Piştî wan bûyeran, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo agahdarbûna ji rewşê û rewşa tendirustiyê, pêwendî bi Parêzgarê Helebceyê Azad Tewfîq re kir.