Li Herêma Kurdistanê 27 pêketiyên din ên Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 458 pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin û 27 kesan jî canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan: Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 458 pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin û 27 kesan jî canê xwe jidest dan.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de 458 kes bi vîrusa Koronayê ketine, jê 127 kes li Hewlêrê, 91 kes li Silêmaniyê, 28 li Germiyanê û 13 kes li Helebceyê ne.
Amaje bi wê jî da, 27 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan, ji wan 12 kes li Hewlêrê, 11 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Raperîn û 3 kes li Duhokê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 25252 (Hewlêr: 10263, Silêmanî: 11070, Duhok: 3131, Helebce: 788)
Mirin: 930 (Hewlêr: 339, Silêmanî: 549, Duhok: 26, Helebce: 16)
Başbûn: 15182 (Hewlêr: 5843, Silêmanî: 7694, Duhok: 942, Helebce: 703)
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ hejmar (122) bikin.