Deriyê Pîşabûrê li pêş xelkê rojavayê Kurdistanê vekirî ye
Rojane jî 100 kesên ku nîşîngeha (îqame) Herêma Kurdistanê pê re hene, bi wergirtina rêkarên tendirustiyê, dikarin derbasî Herêma Kurdistanê bibin.
K24 – Navenda Nûçeyan: Piştî 5 mehan ji girtinê bi sedema belavbûna vîrûsa Koronayê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da careke din deriyê Pîşabûrê di rûyê xelkê rojavayê Kurdistanê de veke. Rojane jî 100 kesên ku nîşîngeha (îqame) Herêma Kurdistanê pê re hene, bi wergirtina rêkarên tendirustiyê, dikarin derbasî Herêma Kurdistanê bibin.
Bi biryara Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, deriyên sînorî yê Pîşabûrê li pêş hatina xelkê rojavayê Kurdistanê yên hilgirên nîşîngeha Herêma Kurdistanê ne hat vekirin.
Ji bo hatina xelkê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêkarên pêwîst ên tendirustiyê girtine, bi awayekî ku ti kesek bê çêkirina testa Koronayê derbas nebe.
Wê derbarê de, Rêvebirê Deriyê Pîşabûrê Şewket Berbuharî ji K24ê re got: Bi biryara Wezareta Navxwe, xelkê li rojavayê Kurdistanê asê mane vegerin. Rojane dê 100 kesên hilgirên îqameya Herêma Kurdistanê ne û li sînorê parêzgeha Duhokê ne dê derbas bibin. Ewên li parêzgeha Hewlêr û Silêmaniyê ne jî ku hejmara wan gelekî kêm e, heger ew jî bên, dê bikarin derbas bibin.
Kesên ku li kampan dimînin, dê li cihekî taybet bêne kerentînekirin. Ewên li nava bajêr bi cih dibin jî, dê soznameyekê dagirin ku ewên li malên xwe kerentîn bikin, heta encamên testên wan derdikevin û dema wan a kerentînê bi dawî dibe.