Erşed Salihî: Emê ji bo astengkirina rêkeftina Pêşmerge û hikûmeta Iraqê hewl bidin

Serokê Bereya Tirkmenî dibêje; ewê hemû hewlên xwe bidin da ku rê li ber rêkeftina hemahengiya navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê bigrin.

K24 – Hewlêr

Serokê Bereya Tirkmenî dibêje; ewê hemû hewlên xwe bidin da ku rê li ber rêkeftina hemahengiya navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê bigrin.

Erşed Salihî, Serokê Bereya Tirkmenî diyar dike: “Em zanin hinek berjewendiyên siyasî di navbera hikûmeta Bexdayê û Herêma Kurdistanê de hene, ji bo pêkanîna vê mebestê jî, divê hêzên Pêşmere vegerin parêzgeha Kekûkê.”

Salihî dibêje: “Ji bo rêgirtina her rêkeftineke hemahengiya hevbeş a navbera hêzên federalî yên Iraqê û Pêşmerge, emê bi hêzên siyasî re hevdîtinan pêk bînin.”

Serokê Bereya Tirkmenî destnîşan dike: “Em nikarin li hember paşguhkirina pêkhateyên Ereb û Tirkmen, ji bo berjewendiyên siyasî yên navbera hikûmeta federalî û partiyên Kurdistanî, bêdeng bimînin.”

Erşed Salihî herwiha dibêje: “Her rêkeftinek ji bo vegerandina rewşê bo berî 2017an di bin navê sepandina aramiyê de, bi ti awayî nayê qebûlkirin, çimkî bajêr ji aliyê ewlehiyê ve aram e û ji bo parastinê pêwîstî bi hêzên derveyî bajêr tine ye.”

 

Î.A