Mesrûr Barzanî îşev li ser rewşa niha ya Kurdistanê bersiv dide pirsên rojnamevanan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hevpeyvîneke hevbeş de ligel medyaya Kurdistanê derbarê rewşa niha ya Kurdistanê de diaxive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hevpeyvîneke hevbeş de ligel medyaya Kurdistanê derbarê rewşa niha ya Kurdistanê de diaxive.
Di yekemîn dîdara rojnamevanî ya hevbeş de ligel hejmarek ji dezgehên ragihandinê yên Kurdistanê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê rewşa niha ya Kurdistanê û dawî pêşhatan diaxive.
Di wê dîdara hevbeş de ku îro demjimêr 21:00 bi dema Hewlêrê tê weşandin, Serokê Hikûmetê bersiva pirsên rojnamevanan dide û ronîkirinên pêwîst derbarê proseya çaksaziyê, mûçeya fermanberan, rêkeftina ligel Bexda, projeyên xizmetguzariyê û rewşa tendirustiyê ya Herêmê û rêkarên rûbirûbûna vîrûsa Koronayê dide.
