Li rojavayê Kurdistanê 3 pêketiyên Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser canjidestana 3 pêketiyên Koronayê li rojavayê Kurdistanê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan: Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser canjidestana 3 pêketiyên Koronayê li rojavayê Kurdistanê ragihand.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa ragihand; di 24 demjimêrên bûrî de 8 kesên nû bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û ji wan 3 kes li Hesekê, 2 kes li Kobaniyê , kesek li Reqa û li Dêrezorê ne.

Hevserokê Desteya Tenduristiya aşkere kir jî, 2 pêketiyên Koronayê li Hesekê û pêketiyekî din herêma Şehbayê canê xwe ji dest dan.

Dr. Ciwan Mistefa herwiha destnîşan kir, 8 pêketiyên Koronayê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 362 kesan, ji wan 66 kes baş bûne û 25 kesan jî canê xwe ji dest dane.

 

 

Fly Erbil Advertisment