Li rojavayê Kurdistanê 32 pêketiyên Koronayê hatin tomarkirin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, li rojavayê Kurdistanê 32 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û pêketiyekî canê xwe ji dest daye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, li rojavayê Kurdistanê 32 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û pêketiyekî canê xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa ragihand; di 24 demjimêrên bûrî de 32 kesên nû bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û ji wan 14 mêr in û 18 jin in.

Diyar kir jî, ji koma pêketiyan 8 kes li Hesekê, 12 kes li Qamişlo , kesek li Rimêlan, kesek li Girkê Legê, 2 kes li Amûdê û 3 kes jî li herêma Şehbayê ne.

Hevserokê Desteya Tenduristiya aşkere kir, pêketiyekî navsal li bajarê Hesekê bi Koronayê canê xwe ji dest daye.

Herwiha Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir, 8 pêketiyên Koronayê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê bi vîrûsa koronayê ketine gihîşt 394 kesan, ji wan 74 kes baş bûne û 26 kesan jî canê xwe ji dest dane.

 

S. B