Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê Barzan Mela Xalid koça dawiyê kir
Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê, Barzan Mela Xalid ji ber nexweşiyê îro li nexweşxaneyeke Enqerê koça dawiyê kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê, Barzan Mela Xalid ji ber nexweşiyê îro li nexweşxaneyeke Enqerê koça dawiyê kir.
Barzan Mela Xalid, yek ji bêjerên qedîmî yên radyoya Dengê Kurdistana Iraqê bû di serdama Şoreşa Îlonê bi rêbertiya Mela Mistefa Barzanî.
Barzan Mela Xalid, sala 1945 li gundê Mutke yê nahiya Quştepe ya Hewlêrê ji dayîk bibû. Sala 1966 bibû pêşmerge û tevlî Şoreşa Îlonê bibû.
Bavê Barzan, melayekî welatperwer û kesekî nêzîkî Mela Mistefa Barzanî bû. Ji ber ku gelekî ji Barzaniyê nemir hez dikir, navê kurê xwe kir Barzan.
S. B