Nêzîkî 10 hezar çekdarên DAIŞê li Sûriye û Iraqê çalak in

Berpirsê Beşa Rûbirûbûna terorê li Netewên Yekgirtî aşkere dike, nêzîkî 10 hezar çekdarên DAIŞê li Sûriye û Iraqê çalak in.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Beşa Rûbirûbûna terorê li Netewên Yekgirtî aşkere dike, nêzîkî 10 hezar çekdarên DAIŞê li Sûriye û Iraqê çalak in.

Berpirsê Beşa Rûbirûbûna terorê li Netewên Yekgirtî Vladimir Voronkov  di raportekê de aşkere kir, piştî derbasbûna 2 salan li ser jinavbirina DAIŞê, lê hîna zêdetir ji 10 hezar çekdarên DAIŞê li Sûriye û Iraqê çalak in û îsal êrîşên wan zêde bûne.

Voronkov  Netewên Yekgirtî agahdar kir ku çekdarên DAIŞê bi şaneyên biçûk bi azadî di navbera her du welatan de tevgerê dikin. Tekez kir jî, DAIŞ dubare xwe birêxistin dike û çalakiyên wan ne tenê li Sûriye û Iraqê, belkû li navçeyên din ên herêmê jî zêde bûne.

Wî berpirsên navdewletî diyar kir, DAIŞ li navçeyên şer û nakokî lê hene zêde çalak dibe, lê li navçeyên milmilane lê nîn in û rêkarên rûbirûbûna vîrûsa koronayê tên girtin, gefên DAIŞê kêm in.

Voronkov  got: DAIŞ li hin navçeyên Rojhilata Navîn yên di bin kontrola wê de bû xwe birêxistin dike û pêgeha xwe xurt dike. Herwiha hişyarî da û daxwaz jî ji civaka navdewletî kir, divê rêkarên yekalîker li dijî wê rêxistinê bêne girtin.

 

S. B