Şanda Wezareta Pêşmerge ji bo navçeyên Kurdistanî bi Wezareta berevaniya Iraqê re dicive
Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê li ser rêkeftina birêvebirina navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dicivin û 3 xalên sereke ji bo rêkeftinê hatin diyarkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê li ser rêkeftina birêvebirina navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dicivin. 3 xalên sereke jî ji bo rêkeftinê hatine diyarkirin.
Emîndarê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer di daxuyaniyeke rojnamavanî de ragihand, di demeke nêzîk de şanda Wezareta Pêşmerge serdana Bexdayê dike, ji bo temamkirina rêkeftina bi Wezareta Berevaniyê ya Iraqê re, bi armanca birêvebirina navçeyên Kurdistanî.
Diyar kir: Guftûgoyên me bi Wezareta Berevaniyê ya Iraqê re berdewam in û di demeke nêzîk de careke din Komîteya Bilind a Hevahengiyê ya her du aliyan dicivin. Em her du hevnerîn in ku divê pêwendiyên bihêz di navbera Pêşmerge di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de hebe, ji bo bidawînana DAIŞê li navçeyên Kerkûk, Diyale, Mexmûr û Mûsilê.
Emîndarê Wezareta Pêşmerge got: Ew hevahengî divê bi mîkanîzm be, me ew di 3 xalan de kom kirine. Ew ji van pêk tên: Damezirandina navenda hevahengiyê di navbera efserên her du aliyan de. Operasyonên hevbeş. Hêla berevaniya hevbeş bi dirêjahiya wan navçeyan.
Amaje bi wê jî da: Niha li ser wê mîkanîzmê em negihîştine rêkeftina dawiyê, lê têgihîştina baş heye. Her demekê rêkeftin di navbera me de bê îmzekirin, dê biçe ware bicihkirinê.
Cebar Yawer amaje bi wê da, hevkariyên serbazî yên Hevpeymaniya Navdewletî ji Pêşmerge re berdewam dibin.
S. B