Her endamekî Netewên Yekgirtî li Iraqê bi Koronayê bikeve dê li Hewlêrê çareseriyê werbigire

Her endamekî stafê Netewên Yekgirtî li Iraqê bi vîrûsa Koronayê bikeve, dê li Hewlêrê çareseriyê werbigire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Her endamekî stafê Netewên Yekgirtî li Iraqê bi vîrûsa Koronayê bikeve, dê li Hewlêrê çareseriyê werbigire. Rêxistina Tenduristiya Cîhanê alîkariyên bijîşkî bi nirxê 800 hezar Dolar pêşkêşî Herêma Kurdistanê dike. 

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ligel Konsolê Amerîka li Hewlêrê û Nûnerê Rêxistina Tendirustiya Cîhanê di konferanseke rojnamevanî  lidar xist. Dr. Saman Berzincî di konferansê de ragihand, her endamekî stafê Netewên Yekgirtî li Iraqê bi vîrûsa Koronayê bikeve, dê bê li Hewlêrê çareseriyê werbigire.

Wezîrê Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê diyar kir, ji bo çareserkirina wan pêketiyan, bi hevahengiya her du aliyan nexweşxaneyek tê terxankirin.

Got jî: Şandina nexweşên Netewên Yekgirtî, baweriyeke mezin e. Di heman demê de pireyeke pêwendiyan a bihêz ji bo piştevaniya rêxistinên Netewên Yekgirtî dirust dike. Em wek Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê me soz daye ku xizmetguzariyan pêşkêş bikin.

Ev di demekê de ye, Netewên Yekgirtî û Konsolxaneya Amerîkî li Hewlêrê spasiya Wezareta Tendirustiyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin û rêkarên tendirustiyê yên rûbirbûna Koronayê de bi awayekî baş nirxandin.

Daxuyaniya Wezîrê Tendirustiyê di çarçoveya merasîmekê  li Hewlêrê de bû. Tê de bi hevahengiya Rêxistina Tendirustiya Cîhanê û Konsolxaneya, 6 ambulans, hejmarek ji pêwîstiyên bijîkî, hin amûreyên dirustkirina oksicînê ji beşên çavdêriya hûrbînî re, pêwîstiyên testkirina Covid-19, hin pêwîstiyên xweparastinê ji nexweşxaneyan re û hin pêwîstiyên din ku bi 800 hezar Dolar tê texmînkirin , ji Wezareta Tenduristiyê re peyda kirin.

Konsolê Amerîka spasiya karmend û tîmên tendirustiyê yên Herêma Kurdistanê dike

Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Rob Waller di konferansa rojnamevanî ya hevbeş de aşkere kir, ew 6 ambulans ji bo xizmeta penaberên Sûrî li parêzgeha Hewlêrê, Silêmanî û Duhokê ne û ji bo komelgehên li nêzîkî wan in.

Di beşeke din a axaftina xwe de got: Spasiyeke bêpaye ji karmend û tîmên tendirustiyê li Herêma Kurdistanê û seranserî cîhanê dikim ku ji bo selametiya me bê navber kar dikin.

 

S. B