Xelkê rojhilatê Kurdistanê gul danîn ser mezela şehîdên jîngehparêz
Xelkê rojhilatê Kurdistanê li Merîwanê di duyemîn salvegera şehîdên jîngehparêz de bi merasîmekê, gul danîn ser mezelên Şerîf Bacwer û Umîd Konepoşî.
K24 – Merîwan
Xelkê rojhilatê Kurdistanê li Merîwanê di duyemîn salvegera şehîdên jîngehparêz de bi merasîmekê, gul danîn ser mezelên Şerîf Bacwer û Umîd Konepoşî.
Merasîm bi hevkariya Encûmena Şewz a Çiya hat lidarxistin û hejmareke mezin ji xelkê bajarên rojhilatê Kurdistanê beşdarî merasîmê bûn.
Di 24ê Tebaxa 2018an de agir li pûş û pelaşên Merîwanê ketibû û di dema temirandina şewatê de Şerîf Bacwer û Umîd Konepoşî di nav agir de şehîd bûbûn.















