Li Iraqê amarên nû yên koronayê
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 77 kesan jiyana xwe ji dest dan.
K24 – Hewlêr
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 77 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 77 kesan canê xwe ji dest dane û 3 hezar û 962 kes bi vîrûsa koronayê ketine.
Wezaretê di daxuyaniya 25ê Tebaxa 2020an de eşkere kiriye; heta niha 211 hezar û 947 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 153 hezar û 761 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.
Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 5 hezar û 590 kes di nexweşxaneyên Iraqê ne û heta niha li seranserê Iraqê 6 hezar û 596 kesan canê xwe ji dest dane.
Î.A