Li Mûsilê 13 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Di operasyoke serbazî de, hêzên Iraqî li başûrê Mûsilê 13 çekdarên DAIŞê kuştin û 23 çekdarên din jî desteser kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di operasyoke serbazî de, hêzên Iraqî li başûrê Mûsilê 13 çekdarên DAIŞê kuştin û 23 çekdarên din jî desteser kirin.
Fermandarê Operasyonên Neynewayê Îsmaîl Mehlawî ragihand, hêzên wan operasyoneke serbazî li navçeyên her du bajarokan Geyare û Şore li başûrê Mûsilê kir û di encamê de 23 çekdarên DAIŞê kuştin û 23 çekdar jî desteser kirin.
Mehlawî amaje bi wê da, di rojên bê de operasyonên hevşêwe li navçeyên din li parêzgehê encam didin.
Ev di demekê de ye, Berpirsê Beşa Rûbirûbûna terorê li Netewên Yekgirtî Vladimir Voronkov di raportekê de aşkere kiribû, piştî derbasbûna 2 salan li ser jinavbirina DAIŞê, lê hîna zêdetir ji 10 hezar çekdarên DAIŞê li Sûriye û Iraqê çalak in û îsal êrîşên wan zêde bûne.
S. B