Grûpên çekdaran 7 welatî ji Efrînê revandin
Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê 7 kes ji du gundên Efrînê revandin, di nava wan de jinek jî heye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê 7 kes ji du gundên Efrînê revandin, di nava wan de jinek jî heye.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa çekdar a bi navê Polîsa Serbazî roja 23ê vê mehê bi ser gundê Kurzêlê yê ser bi Efrînê de girt û bi armanca standina pereyan ji gundiyan, 5 mêr û jinek revandin.
Navê kesên hatine revandin wiha ne: Subhî Cuman Sîdo. Welîd Cuman, Ehemd Zekî Îbiş, Ehmed Elo, Hemodî Nûrî Cafer û Yasemîn Îbrahîm Ebdo.
Wê rêxistinê diyar kir jî, Grûpeke ser bi Ceyş El Şerqiyê ve roja 23ê mehê xurtekî bi navê Xelîl Mihemed Elî Îbrahîm revand û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Herwiha da zanîn jî, li gundê Senarê yê ser bi navçeya Şiyê ve, çekdarên grûpa Lîwaya Weqas roja 24ê vê mehê bi darê zorê ketin mala Ebdula Husên Mustefa Axa û pere û kelûpelên malê dizîn.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de, bi hezaran welatiyên Efrînê hatin revandin û beşeke mezin jî hîna revandî ne.
S. B