Şaneya Ewlehiya Iraqê: Firokeyên Tirkiyê 2 sivîl li Şingalê kuştin
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand, di êrîşeke firokeyên Tirkiyê li nêzîkî Şingalê de, 2 welatiyên sivîl hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand, di êrîşeke firokeyên Tirkiyê li nêzîkî Şingalê de, 2 welatiyên sivîl hatin kuştin.
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê di daxuyaniyekê de ragihand, çend firokeyên bêfirokvan ên Tirkiyê gundê Behrava yê ser bi qezaya Şingalê ve bombebaran kir û di encamê de 2 kesên sivîl hatin kuştin.
Ji aliyekî din ve, peyamnêrê K24ê li Şingalê bi piştbestin bi çend jêderan diyar kiribû, firokeyên bêfirokvan ên Tirkiyê otombîleke YBŞê armanc kiribû.
Ji navîna meha Hezîrana bûrî ve, Tirkiye bi berdewamî bi operayonên esmanî û bejahî pêgehên PKKê li sînorê Herêma Kurdistanê armanc dike.
Roja 11ê Tebaxê firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê hêzeke Pasewanên Sînor ên Iraqê li devera Biradost bombebaran kir û di encamê de çend fermandar û serbaz şehîd û birîndar bûn, di pişt re li ser asta dîplomasî hin nerazîbûn ji aliyê Iraqê ve çê bûn.
S. B