Li Iraqê 72 pêketiyên koronayê jiyana xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 72 kesan jiyana xwe ji dest dan.
K24 – Hewlêr
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 72 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 72 kesan canê xwe ji dest dane û 3 hezar û 837 kes bi vîrûsa koronayê ketine.
Wezaretê di daxuyaniya 26ê Tebaxa 2020an de eşkere kiriye; heta niha 215 hezar û 784 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 157 hezar û 215 kes ji vê vîrûsê rizgar bûne.
Herwiha hatiye destnîşankirin; niha 5 hezar û 901 kes di nexweşxaneyên Iraqê ne û heta niha li seranserê Iraqê 6 hezar û 668 kesan canê xwe ji dest dane.
Î.A