Amerîka dixwaze Çînê bi komkujiya Uyguran tohmetbar bike
Çavkaniyek ji rêveberiya Amerîkayê ragihand; Waşinton hewl dide komkujiya Çînê ya li hember misilmanên Çînê weke jenosayd binase

K24 – Hewlêr
Çavkaniyek ji rêveberiya Amerîkayê ragihand; Washington hewl dide komkujiya Çînê ya li hember misilmanên Çînê weke jenosayd binase. Ev jî, dibe ku bibe sedema zêdebûna nakokiyên di navbera her du welatan de.
Rojnameya Politico diyar dike; hêj gotûbêjên îdareya Amerîkayê li ser siyaseta Çînê ya zextlêkirina li herêma misilmanên Uygur berdewam e û rayedarên wezaretên navxwe û derve û Asayîşa Nîştimanî û Encûmena Asayîşa Netewî ya Amerîkayê di gotûbêjan de beşdar in.
Çavkaniyên rojnameya Politico behsa wê yekê dikin ku rayedarên Amerîkayê di gotûbêjan de li ser bikaranîna peyva "komkujiyê" hêj negihiştine rêkeftinê. Lê bêguman Amerîka rayedarên Çînê bi tawana "dijî mirovatiyê" û "çewisandina regezî" tohmetbar dike.
Li ser vê mijarê, Robert O'Brien, Şêwirmendê Asayîşa Netewî yê li Koşka Spî, hikûmeta Çînê bi wê yekê tohmetbar dike ku "serbazgeheke mezin ji bo desteserkirina misilmanên Uygur çêkiriye û bi hemû şêwazan misilmanan diçewisîne".
Li hember vê, rayedarên Çînê hemû van bangeşeyên Amerîkayê bi "tohmetên bêwate" wesf dikin û red dikin ku li welatê wan ciyawaziyek li dijî misilmanên Uygur hatibe kirin.
Î.A