Li rojavayê Kurdistanê 53 kes bi Koronayê ketin
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, li rojavayê Kurdistanê 53 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û pêketiyekî canê xwe ji dest daye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, li rojavayê Kurdistanê 53 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin û pêketiyekî canê xwe ji dest daye.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa ragihand; di 24 demjimêrên bûrî de 53 kesên nû bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û ji wan 29 mêr in û 24 jin in.
Diyar kir jî, ji koma pêketiyan 6 kes li Hesekê, 17 kes li Qamişlo , kesek li Rimêlan, 5 kes Dêrikê, 3 kes li Amûdê, kesek li Dirbêsiyê, 4 kes li Dêrazorê, 2 kes li Reqayê, kesek li Holê û 13 kes jî li tebqayê ne.
Hevserokê Desteya Tenduristiya aşkere kir, pêketiyekî Koronayê li bajarê Hesekê canê xwe ji dest daye.
Herwiha Dr. Ciwan Mistefa destnîşan kir, 5 pêketiyên Koronayê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê bi vîrûsa koronayê ketine gihîşt 478 kesan, ji wan 80 kes baş bûne û 27 kesan jî canê xwe ji dest dane.
S. B