Mesrûr Barzanî serxweşiyê li malbata dengbêjekî Hewlêrê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawiyê ya hunermendê gelêrî Xidir Xoşnaw, peyameke serxweşiyê arasteyî malbata wî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawiyê ya hunermendê gelêrî Xidir Xoşnaw, peyameke serxweşiyê arasteyî malbata wî kir.

Di peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de hat: Bi mixabiniyeke mezin min nûçeya koça dawiyê ya hunermendê gelêrî Xidir Xoşnaw bihîst. Pirse û serxweşiyê li malbata wî ya birêz dikim. Xwedê mezin giyanê wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramiyê bi malbat û kesûkarên wî bibexişe.”

Dengbêjê gelêrî Xidir Xoşnaw îro ji ber pêketina bi vîrûsa Koronayê li neşweşxaneyeke Hewlêrê di koça dawiyê kiribû.

Dengbêj Xidir Xoşnaw ji sala 1978an ve dest bi hunerê kiriye û di destpêka salên heştê yên sedsala bûrî de yekem strana xwe li telefizyona Kerkûkê tomar kiriye û xwedî çendîn berhemên hunerî ye.

 

S. B