Qedexeya giştî li rojavayê Kurdistanê tê rakirin
Qedexeya giştî li rojavayê Kurdistanê tê rakirin, lê kombûnên welatiyan li cihên girtî tê qedexekirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Qedexeya giştî li rojavayê Kurdistanê tê rakirin, lê kombûnên welatiyan li cihên girtî tê qedexekirin.
Şaneya Krîzê ya Rêveberiya Xweser îro di daxuyaniyekê de biryarên nû yên derbarê xweparastina ji vîrûsa Koronayê dan. Li gor biryarên nû:
- Qedexeya giştî li herêmên Cizîrê ji sibe 28ê Tebaxê ve tê rakirin.
- Kombûn di bin konên serxweşiyê, şahiyan, nimêja li perestgehan û kombûnên din tên qedexekirin.
- Dewama karmendan li dezgehên Rêveberiya Xweser bi girtina rêkarên tendirûstiyê ji roja Şemiyê 29ê Tebaxê ve dest pê dibe.
- Divê hemû welatî pabendî biryara Rêveberiya Xweser a roja 16ê Tebaxê derketiye bibin û maskan bi kar bînin, yên serpêçiyê bike jî, dê were sizadan.
S. B