Hêzên Rûsî û Tirkî gereke çavdêriyê li Kobaniyê kir
Gereke Çavdêriyê ya hevbeş a Rûsî – Tirkî li rojavayê Kobaniyê bi rê ve çû.
Gereke Çavdêriyê ya hevbeş a Rûsî – Tirkî li rojavayê Kobaniyê bi rê ve çû.
Peyamnêrê K24ê li Kobaniyê da zanîn, îro gereke çavdêriyê ya Rûsî – Tirkî ji gundê Aşmê ve destpê kir û di hejmareke gund re derbas bû.
Diyar kir, de gera çavdêriyê ya hevbeş de, 4 zirîpoşên Tirkî, 4 zirîpoş û 2 helîkopterên Rûsî beşdar bûbûn.
Gerên çavdêriyê yên hevbeş ên Rûsî – Tirkî li rojavayê Kurdistanê li gor rêkeftina Serokê Rûsya Vladîmîr Putîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan roja 22 Cotmeha sala bûrî li bajarê Soçî yê Rûsî tên kirin.
S. B