Li Serê Kaniyê teqîn.. Kuştî û birîndar hene
Li bajarê Serê Kaniyê yê rojavayê Kurdistanê teqînekê rû da û li gor zanyariyên destpêkê kuştî û birîndar hene.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Serê Kaniyê yê rojavayê Kurdistanê teqînekê rû da û li gor zanyariyên destpêkê 10 kuştî û birîndar hene.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, motorsîkleke bombekirî li meydana Berîd a nava bajarê Serê Kaniyê teqiya di encamê de 2 kes hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.
Roja 22ê vê mehê jî motorsîklek li gundê Silok ê Serê Kaniyê teqiyabû û di encamê de hejmarek kes birîndar bûbûn.
Ji dema dagîrkirina Serê Kaniyê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di meha Mijdara 2019an ve, rewşa ewlehiyê bi yekcarî têk çûye û her çend rojan teqînek lê tê kirin û kesên sivîl dibin qurbanî.
S. B