Wezîra Berevaniyê ya Fransayê gihîşt Hewlêrê

Wezîra Berevaniyê ya Fransayê Florence Parly gihîşt Hewlêrê û ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê dicive.

Wezîra Berevaniyê ya Fransayê Florence Parly gihîşt Hewlêrê û ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê dicive.

Wezîra Berevaniyê ya Fransayê Florence duhî gihîştiû Bexdayê û îro bi berpirsên Iraqî re civiyabû. Îro piştî nîvro jî gihîşt firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û biryar e piştî demeke din bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Wezîra Berevaniyê ya Fransayê Florence Parly aşkere kiribû, Florence Parly guftûgoyan derbarê destêwerdana Tirkiyê di nava xaka Iraqê û bi taybet êrîşên esmanî yên Tirkiyê li dijî PKKê li Herêma Kurdistanê dike.

Bi vê serdanê, Florence Parly dibe duyem wezîrê Fransê li piştî Wezîrê Derve yê Fransî Jean-Yves Le Drian, di şeş hefteyan de sardana Iraq û Herêma Kurdistanê dike,