Li Herêma Kurdistanê 19 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 409 kesên nû bi vîrûsa Koronayê ketine û 19 kesan jî canê xwe jidest dane.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 409 kesên nû bi vîrûsa Koronayê ketine û 19 kesan jî canê xwe jidest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de 409 kes bi vîrusa Koronayê ketine, jê 220 kes li Hewlêrê, 82 kes li Silêmaniyê, 21 li Germiyanê, 78 kes li Duhokê û 8 kes li Helebceyê ne.
Amaje bi wê jî da, 19 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan, ji wan 11 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 26801 (Hewlêr: 11090, Silêmanî: 11382, Duhok: 3493, Helebce: 836)
Mirin: 981 (Hewlêr: 364, Silêmanî: 566, Duhok: 35, Helebce: 16)
Başbûn: 16243 (Hewlêr: 6645, Silêmanî: 7871, Duhok: 981, Helebce: 746)
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ hejmar (122) bikin.
S. B