Iraq li ber zuwabûnê rûbirû maye
Iraq ku weke welatê xwediyê du çemên Dîcle û Firatê tê nasîn, ketiye metirsiya wê yek ku ji aliyê du cîranên xwe yên Tirkiye û Îranê ve were zuwakirin, tirsa herî mezin jî zuwabûna her du çeman e ku li ser wan bendav têne çêkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Iraq ku weke welatê xwediyê du çemên Dîcle û Firatê tê nasîn, ketiye metirsiya wê yek ku ji aliyê du cîranên xwe yên Tirkiye û Îranê ve were zuwakirin, tirsa herî mezin jî zuwabûna her du çeman e ku li ser wan bendav têne çêkirin.
Li gor raporteke rojnameya Şerq El Ewset cotkarên parêzgeha Besrayê gelek zirar dîtine û hindik maye ji ber bêaviyê berhemên wan hişk bibin.

Cotkarekî ji Besrayê dibêje: “Ji ber zêdebûna rêja xweyê li nav avê û tinebûna ava guncaw, baxçeyên me yên xurmeyê hikş bûn. Xurmeyên me ji cûreyên herî baş bûn û me hinardeyî welatên Kendavê dikir. Lê em neçar man ku zeviyên xwe bi cih bihêlin.”
Mehdî Hemdanî, Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê ragihandiye; rêjeya ava ku ji Tirkiye û Îranê tên û dikevin nav axa Iraqê, %50 kêm bûye. Ev jî ji ber çêkirina gelek bendavan li ser çavkaniyên her du çemên Dîcle û Firatê ye.

Hemdanî ji ajansa AFPê re diyar kiriye ku wezareta wî li ser stratejiya nirxandina rewşa Iraqê di mijara avê de dixebite, da ku bizanin heta sala 2035an rewşeke çawa derkeve holê, ku senaryoya herî xirab digrin ber çavan.
Herwiha yek ji wan çareseriyên wezaretê jî, çêkirina bendaveke nû ye di navbera parêzgehên Kerkûk û Selahedînê de û ji wê jî, çêkirina kanaleke avê bo deverên çandiniyê yên li başûrê Iraqê.

Ji sala 2018an ve pirsgirêka ava paqij a vexwarinê li parêzgehên başûrê Iraqê serî hildaye. Ji ber vê yekê, zêdetirî 24 hezar welatiyên Besrayê bi ava qirêj bi jehr ketine.

Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê dibêje; Iraq çend car ligel rayedarên Tirkiyê gotûbêj kirine ku di dema tijekirina Bendava Ilisû de para Iraqê bidin, da ku Iraq rûbirûyî kêmbûna avê nebe.
Mehdî Hemdanî geşbîn e ku Tirkiye û Îran dê para ava Iraqê berdin.
Î.A