Li rojavayê Kurdistanê 5 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 30 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 5 kesan jî canê xwe ji dest dane

K24 – Navenda Nûçeyan

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 30 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 5 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser diyar kir; 5 kesan ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) jiyana xwe ji dest dane û ji wan 2 kes li Qamişlo, kesek li Dirbêsiyê, kesek li Hesekê û kesek jî li Şehbayê bûye.

Herwiha Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 30 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û ji wan 12 kes li Qamişlo, 2 kes li Dêrikê , 9 kes li Hesekê, 4 kes li Tirbespiyê, 4 kes li Dêrezorê, kesek li Rimêlan û kesek jî li Til Temirê ne.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku 7 kes jî baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 508 kesan, ji wan 87 kes baş bûne û 33 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

 

Î.A