Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê tu carî para xwe ya rasteqîn ji dahat û budceya Iraqê wernegirtiye
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di hevpeyvîneke taybet de ligel hejmarek kanalên ragihandinê yên Iraqî û Erebî, li ser kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê axivî û ragihand; ti car Herêma Kurdistanê para xwe ya rasteqîn ji dahat û budceya Iraqê wernegirtiye.
K24 – Hewlêr
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di hevpeyvîneke taybet de ligel hejmarek kanalên ragihandinê yên Iraqî û Erebî, li ser kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê axivî û ragihand; ti car Herêma Kurdistanê para xwe ya rasteqîn ji dahat û budceya Iraqê wernegirtiye.
Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê roja çarşemê 26ê Tebaxa 2020an bersiv da pirsên rojnamevanên navdar ên kanalên El Iraqiyye, Zagros, El Şerqiyye, El Erebiyye El Hedes, El Cezîre û El Hurre.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de diyar kir: “Ji dema pesendkirina destûrê ya 2005an ve, xelkê Herêma Kurdistanê hest nekiriye ku hikûmeta federalî ya li Bexdayê pabendî cîbicîkirina destûrê bûye. Ji ber vê, piraniya kêşeyên ku em niha dibînin, encama cîbicînekirina destûrê ye.”
Mesrûr Barzanî tekez kir: “Peywendiya me ligel Hikûmeta Federalî ya Iraqê li ser bingeha 'wekhevî, lihevkirin û hevbeşî' ye. Di destpêka nivîsandina destûrê de, me li ser vê bingehê rêkeftin kir, lê tiştê ku me nedît; wekhevî, lihevkirin û hevbeşî bû.”
Li ser firotina petrola Kerkûkê di rêya Herêma Kurdistanê re, Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Dema DAIŞê êrîş kire ser bajar û deveran, Mûsil û Tikrît dagir kir, eger Pêşmerge nebûna, Kerkûk û çavkaniyên li herêmê, diketin destê DAIŞê û di destê Iraqê de nediman. Çimkî Iraq nemabû, artêşa federalî li wan sînoran bi ti awayî hebûna wan nemabû. Pêşmerge, ne tenê Kerkûk, deverên cihê nakokiyê û kêlgehên petrolê parast. Têkçûna DAIŞê derfet da hikûmeta Iraqê ku xwe rêk bixe. Li ser mijara dahatê jî, bila heqên darayî yên Herêma Kurdistanê ku Bexdayê neşandine, ligel wê petrola ku hatiye firotin berawird bikin, binêrin kî deyndar e.”
Li ser nakokiyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmetên Bexdayê diyar kir: “Ez dixwazim vê yekê bînim bîra xwişk û birayên birêz ên li Iraqê, ku Cenabê Barzaniyê Nemir û niha jî Cenabê Serok Barzanî her dem ev şîret kiriye ku kêşeya Kurdan bi neteweya Ereban tine ye. Kêşe li ser wan desthildaran e ku bi neheqî mafê xelkê Kurdistanê dixwin. Eger na, bêyî ku em minetekê bikin, deriyê Kurdistanê li ber hemû xwişk û birayên me yên li Iraqê vekirî ye. Aware û penaberên ku li Herêma Kurdistanê ne, vê derê ji bo xwe penageheke aram dibînin.”
Derbarê binpêkirinên serweriya Iraqê û destwerdana derekî ya li nav axa Iraqê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tevî nîşandana nîgeraniya xwe bo binpêkirinên serweriya Iraqê, derbarê operasyonên Tirkiyê de got: “Em sedema hatina artêşa Tirkiyê, di rastiyê de ji ber hebûna PKKê li wan deveran dizanin. Em hêvî dikin PKK rêz li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bigre. Çimkî Herêma Kurdistanê gelek xwîn rijandiye, bi salan gelek xebat kiriye heta van deveran azad bike. Rêzgirtin li desthilata îdarî û yasayên Herêma Kurdistanê, ji bo hemû aliyên ku dixwazin weke mêvan li Herêma Kurdistanê bimînin, merc e.”
Herwiha di beşeke din a hevdîtinê de, Mesrûr Barzanî behsa girîngiya beşdariya şanda Herêma Kurdistanê di gotûbêjên stratejîk ên Iraq û Amerîkayê de kir û li ser rola Amerîkayê di nêzkirina Hewlêr û Bexdayê de got: “Berî her tiştî çareseriya kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê, divê di navbera desthilatên hikûmeta federalî û desthilatên Hikûmeta Herêmê de werin kirin. Me pêşwazî li hemû cûre alîkariyên welatên dost û hevpeyman ligel Iraqê kiriye, ku bikarin alîkar bin ji bo pêşxistinê û me hêsankarî kir di gihiştina rêkeftinekê de di navbera her du aliyan de.”
.jpeg)
Î.A