Li rojavayê Kurdistanê 19 kes bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 19 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û kesekê jî canê xwe ji dest daye

K24 – Navenda Nûçeyan

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 19 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û kesekê jî canê xwe ji dest daye.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser diyar kir; li bajarê Amûdê jineke 52 salî ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 19 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û ji wan 6 kes li Qamişlo, 4 kes li Dêrikê , 6 kes li Hesekê, 2 kes li Dirbêsiyê û kesek jî li Til Koçerê ne.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de tenê kesek baş bûye.

Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 527 kesan, ji wan 88 kes baş bûne û 34 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

 

Î.A