Li Silêmaniyê hejmara pêketiyên koronayê zêde dibe
Li Silêmaniyê di van çend rojên dawî de careke din hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê (Covid-19) zêde dibe.
K24 – Silêmanî
Li Silêmaniyê di van çend rojên dawî de careke din hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê (Covid-19) zêde dibe.
Dr. Hêriş Heyder, Serperiştyarê Rûbirûbûna Koronayê yê li Silêmaniyê ji Kurdistan24ê re ragihand: “ Roj bi roj hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê li Silêmaniyê zêde dibin, sedema wê jî ew ku welatiyên me pabendî rênimayan nabin.”
Heyder eşkere kir: “Niha rêjeya pêketina koronayê li derveyî bajaran zêde bûye. Hinek nexweş ji bajarên din ên Kurdistanê û Iraqê têne nexweşxaneyên Silêmaniyê. Gelek bar li ser nexweşxaneyan heye.”
Serperiştyarê Rûbirûbûna Koronayê yê li Silêmaniyê da zanîn: “Nêzîkî 30 pêketiyên koronayê li Silêmaniyê, rewşa wan a tendirustiyê giran e û îro welatiyekî din jî canê xwe ji dest da.”
Dr. Hêriş Heyder dibêje: “Tirsa me ew e ku bi hatina demsala payîzê, pêla duyem a koronayê dest pê bike û barekî zêdetir bikeve ser nexweşxaneyan.”
Î.A