Vebûna dibistanan li rojavayê Kurdistanê hat paşxistin

Rêveberiya Xweser destpêkirina sala xwendinê ya 2020 – 2021an bi paş dixe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser destpêkirina sala xwendinê ya 2020 – 2021 li rojavayê Kurdistanê bi paş dixe.

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber selametiya xwendekar û mamosteyan ji vîrûsa Koronayê û ji bo berjewendiyên giştî, destpêkirina sala xwendinê bo 4ê Cotmeha 202an hat paşxistin.

Li gor daxuyeniyekê pêştir ya Hevseroktiya Desteya Perwerdê û Fêrkirinê, biryar bû sala xwendinê ya 2020 – 2021an roja 1. 9. 2020an destpê kiribe.

Ev biryara Desteya Perwerdê û Fêrkirinê di demekê de ye, di dema dawî de hejmara pêketiyên Koronayê li rojavayê Kurdistanê zêde bûye.

 

S. B