Li Efrînê çekdaran 11 kes revandin

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve, 11 welatiyên Kurd ji 3 gundên Efrînê revandin. Grûpek jî darên daristanan qut dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve di du mehan de zêdetir ji 160 welatiyên Kurd revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, grûpên çekdar bi armanca koçberkirina Kurdên Efrînê yên resen û bicihkirina plana demografî, di du mehan de zêdetir ji 160 kesan bi bihaneyên cuda revandine û li hember berdana wan jî pere û bacên giran di wan distînin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên grûpa Mihemed El Fatih roja 26ê vê mehê 3 kes ji gundê Memila yê navçeya Reco revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin. Kesên hatine revandin, Mihemed Bekir Mistefa, Welat Sadiq Osman û Azad Mihemed Hebeş in.

Wê rêxistinê ragihand jî, çekdarên Polîsa Sivîl roja 20 vê mehê 2 kes (Reşîd Bilal û Kawa Hido) ji gundê Şiketka revandin. Çarenivîsa wan heta niha ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir, grûpa Cebhe El Şamiyê roja 27ê vê mehê 6 welatî ji yek malbatê ji gundê Şêx Kêlê revandin. Kesên hatine revandin. Hemû ji malabata Mihyedînê Şêx Kêlê ne.

Wê rêxistinê amaje bi wê da, zêdetir ji 20 rojan e 60 çekdarên grûpa Ehrar El Şamê daran ji daristanên gundê Gorda û Çobana qut dikin û wek êzing difiroşin.

Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, bi hezaran Kurd hatin revandin û binçavkirin û hejmareke zêde ji wan jî çarenivîsa wan ne diyar e.

 

S. B