Li Agiriyê 2 serbazên Tirkiyê hatin kuştin
Li navçeya Bazidê ya Agiriya Bakurê Kurdistanê di şerê di navbera PKK û serbazên Tirkiyê de, 2 serbazên Tirkiyê hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li navçeya Bazidê ya Agiriya Bakurê Kurdistanê di şerê di navbera PKK û serbazên Tirkiyê de, 2 serbazên Tirkiyê hatin kuştin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, di şer û pevçûnên PKK'ê û hêzên ewlekariyê de li navçeya Bazîdê ya ser bi parêzgeha Agiriyê du serbazên wan birîndar bûn.
Diyar kir jî, her du serbazên birîndar bo nexweşxaneya dewletê ya Beyazîdê hatin veguhestin, lê ligel hemû hewlên bijîşkî bo dermankirina wan, canê xwe ji dest dan.
Heta niha ti daxuyanî ji PKKê ve derbarê vê bûyerê de nehatiye belavkirin.
S. B