Li Iraqê 77 kesên din bi Koronyê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 77 kesan canê xwe ji dest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê ragihand; li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) 77 kesan canê xwe ji dest dan.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, di 24 demjimêrên bûrî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 77 kesan canê xwe ji dest dane û 3 hezar û 834 kes bi vîrûsa koronayê ketine.
Herwiha hatiye destnîşankirin; li seranserî Iraqê 6 hezar û 891 kesan canê xwe ji dest dane û 579 kes li nexweşxaneyan di bin çavdêriya hûr de ne.
Wezareta Tendirustiyê eşkere kiriye; heta niha 227 hezar û 446 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 169 hezar û 20 kes ji vê vîrûsê baş bûne.
S. B