Rêveberiya Xweser û HSDê mîkanîzmeke giliyê li dijî biçekkirina zarokan datînin
Rêveberiya Xweser bi hevrêziya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re û ji bo rêgirtin li biçekkirina zarokan, mîkamîzmekê ji bo giliyan datîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Xweser bi hevrêziya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re û ji bo rêgirtin li biçekkirina zarokan, mîkamîzmekê ji bo giliyan datînin.
Rêveberiya Xweser û HSDê di daxuyaniyeke hevbeş de ragihand, wan mîkanîzmek danîye, ji bo welatî, malbat û alî û rêxistinên mirovî bikarin giliyê li dijî her proseyeke biçekkirina zarokan ji aliyê HSDê û hêzên di nava wê de bikin.
Di daxuyaniyê de hatiye, li gor plana kar a di navbera HSD û Netewên Yekgirtî de di 29ê Hezîrana 2019an de hatiye îmzekirin û ji bo rêgirtin li biçekkirina zarokan û ciwanên di bin 18 saliyê re, ev mîkanîzm hatiye danîn.
Di daxuyaniyê de hatiye tekezkirin, Rêveberiya Xweser û HSDê pabendî hemû pîvan û yasayên navdewletî yên taybet bi parastin û mafên zarokan dibin.
Di dama dawî de gelek gilî û gazin ji aliyê xelkê rojavayê Kurdistanê û rêxistinên mirovî de hatin kirin ku HSD û hêzên di nava wê de, hejmarek zarok û ciwanên di bin 18 saliyê re birine û ji bo çalakiyên çekdarî bi kar tînin.
S. B