Rewangeha Sûrî: DAIŞê çar endamên Berevaniya Sivîl kuştin

Çekdarên DAIŞê li ser sînorê Iraq û Sûriyê, çar endamên Berevaniya Sivîl ên ser bi Rêveberiya Xweser kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarên DAIŞê li ser sînorê Iraq û Sûriyê, çar endamên Berevaniya Sivîl ên ser bi Rêveberiya Xweser kuştin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan ragihandiye, duh şemiyê 29ê Tebaxa 2020an, çekdarên DAIŞê çar endamên Berevaniya Sivîl a ser bi Rêveberiya Xweser li başûrê Hesekê li ser sînorê Iraq û Sûriyê kuştine.

Herwiha li gor Rewangeha Sûrî, li bilî kuştina wan çar kesan, çekdarên DAIŞê endamekî din ê Berevaniya Sivîl jî birîndar kirine.

Rewangeha Sûrî eşkere kiriye ku heta niha 196 kesên sivîl ku ji wan 15 zarok û 10 jin in, li derdora rojhilatê Dêrezorê, derdora Hesekê, bajarê Reqayê, derdor û navçeya Minbicê ji aliyê şaneyên çekdar ve hatine kuştin.

Herwiha 370 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku çend fermandarên lokalî di nav wan de ne û çar endamên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, li wan deveran hatine kuştin.

 

Î.A

Fly Erbil Advertisment