Li Herêma Kurdistanê di hefteyekê de 132 kes bi koronayê mirin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên hefteyekê ya Covid-19ê belav kir

K24 – Hewlêr

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên hefteyekê ya Covid-19ê belav kir. Li gor amaran di nav hefteyekê de 132 kes ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane. Herwiha li gor hefteya berê, hejmara pêketinê û rêjeya mirina bi koronayê, kêm bûye.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin; li Herêma Kurdistanê di nav hefteyekê de 3 hezar û 520 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 3 hezar û 154 nexweş jî baş bûne.

Li gor amara Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di nav hefteyekê de 30 hezar û 573 testên koronayê hatine encamdan.

Herwiha li gor hefteya berê, rêjeya pêketina koronayê û mirina ji ber vê vîrûsê li Herêma Kurdistanê kêm bûye. Hefteya berê 163 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 3 hezar û 712 kes jî bi koronayê ketibûn.

Li Herêma Kurdistanê heta niha 27 hezar û 621 kes bi Covid-19ê ketine, ji vê hejmarê 17 hezar û 386 kes baş bûne û 1032 kes jî mirine.

 

Î.A