Li rojavayê Kurdistanê 17 kes bi koronayê ketin
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 17 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û kesekî jî canê xwe ji dest daye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 17 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û kesekî jî canê xwe ji dest daye.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser diyar kir; li bajarê Hesekê zilamekî 70 salî ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) jiyana xwe ji dest daye.
Herwiha Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 17 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û ji wan 8 kes li Qamişlo, 3 kes li Dêrikê , 3 kes li Hesekê, kesek li Rimêlan û kesek li Amûdê û kesek jî li Şehbayê ne.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de 10 kes baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 544 kesan, ji wan 98 kes baş bûne û 35 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Î.A