Trump piştrast kir: Hejmara serbazên Amerîkayê li Iraqê tê kêmkirin

Plana Amerîkayê ew e ku hejmara serbazên xwe yên li Iraqê ji 5200 serbazan bo 3500 serbazî kêm bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Plana Amerîkayê ew e ku hejmara serbazên xwe yên li Iraqê ji 5200 serbazan bo 3500 serbazî kêm bike. Donald Trump ev agahî piştrast kir, ku berê bi navê çavkaniyan li medyayê dihate belavkirin.

Li gor rayedarên Amerîkayê, niha şiyana hêzên Iraqê ji bo operasyonên li dijî çekdarên DAIŞê zêdetir e. Trump jî di gotara xwe ya diyarkirina wî weke namzetê komariyan bo serokatiya Amerîkayê de gotibû: “Berevajî îdareyên din, min Amerîka ji şer dûr xist, ji wê şerê bêdawî yê Rojhilata Navîn.”

Piştî belavkirina çend raportek li ser kêmkirina hejmara hêzên Amerîkayê li Iraqê, Donald Trump, Serokê Amerîkayê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Plana Amerîkayê ew e ku hêzên xwe li Iraqê kêm bike.”

Hiştina tenê 3500 serbazên Amerîkayê li Iraqê, tê wateya vegera bo heman hejmara serbazên berî pênc salan, ku dema kontrolkirina beşeke mezin a axa Iraqê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve, li ser daxwaza hikûmeta Iraqê, îdareya wê demê ya Amerîkayê bi serokatiya Barack Obama biryara şandina hêzên xwe bo Iraqê dabû.

Serbazên Amerîkayê li Iraqê bi giştî 5 hezar û 200 serbaz in û li 8 binkeyên li başûr û naverasta Iraqê hatine bicihkirin.

- Binkeya K1 a li parêzgeha Kerkûkê.

- Binkeyên Geyare û Şingalê li sînorê parêzgeha Neynewa.

- Binkeya Eyn Esed ku yek ji wan binkeyên herî zêde serbazên Amerîkayê heye.

- Binkeyên Qayîm û Hebaniye, dikevin sînorê parêzgeha Enbar.

- Binkeya Esmanî ya Beled li sînorê parêzgeha Selahedîn, ku piştî hatina DAIŞê hêzên Amerîkayê li wir hatin bicihkirin.

- Li parêzgeha Bexdayê binkeya Vector û Tacî

Ji destpêka îsal heta niha, hêzên Amerîkayê çar binkeyên serbazî radestî hêzên Iraqê kirine. Di nav wan de Binkeya Serbazî ya Hebaniye, ku 500 serbazên Amerîkayê li wir bûn, bi buhayê 3 milyon û 500 hezar dolar alavên serbazî yên di nav binkeyê de pêşkêşî hêzên Iraqê hatin kirin.

Binkeya Serbazî ya K1, 300 serbazên Amerîkî tê de cîgir bûn, ligel radestkirina binkeyê, bi buhayê 1.1 milyon dolar alavên serbazî yên di nav binkeyê de pêşkêşî hêzên Iraqê hatin kirin.

Herwiha Binkeya Serbazî ya Qayîm ku 300 serbazên Amerîkayê tê de bûn, radestî Iraqê hat kirin.

Çend roj berê jî, hêzên Amerîkayê, Binkeya Serbazî ya Tacî jî radest kir û li wê derê gelek alavên serbazî hiştin, ku buhayê wan 347 milyon dolar e.

 

Î.A