Li Herêma Kurdistanê 17 pêketiyên Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê bilindtirîn amara mirina bi vîrûsa Koronayê tomar kir û ragihand di 24 demjimêrên bûrî de 17 kesan canê xwe jidest dane.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê bilindtirîn amara mirina bi vîrûsa Koronayê tomar kir û ragihand di 24 demjimêrên bûrî de 17 kesan canê xwe jidest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de, 17 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan, ji wan 14 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê û 2 kes li Duhokê ne.
Wezareta Tendirustiyê diyar kir jî, 540 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, jê 138 kes li Hewlêrê, 115 kes li Silêmaniyê, 32 li Germiyanê û 241 kes li Duhokê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 28161 (Hewlêr: 11631, Silêmanî: 11771, Duhok: 3894, Helebce: 865)
Mirin: 1049 (Hewlêr: 399, Silêmanî: 587, Duhok: 46, Helebce: 17)
Başbûn: 17679 (Hewlêr: 7425, Silêmanî: 8019, Duhok: 1445, Helebce: 790)
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ hejmar (122) bikin.
S. B