WHO: Duhok di rûbirûbûna Koronayê de nimûne ye
Di dema rêjeya canjidestdana bi vîrûsa Koronayê li parêzgehên Iraqê ji sedî 3 ye, li Duhokê bi rêjeya ji sedî 1 e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di dema rêjeya canjidestdana bi vîrûsa Koronayê li parêzgehên Iraqê ji sedî 3 ye, li Duhokê bi rêjeya ji sedî 1 e. Nûnerê Rêxistina Tendirustiya Cîhanê (WHO) destxweşiyê li berpirsên Parêzgeha Duhokê dike û dibêje: Ji bo rûbirûbûna Koronayê, Duhok nimûne ye.
Rêxistina Tendirustiya Cîhanî bi 270 hezar Dolar alîkarî ji bo rûbirûbûna Koronayê li parêzgeha Duhokê belav kirin. Piştre di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de, Rêvebirê Tendirustiya Duhokê ragihand, Duhok ciwantirîn parêzgeha Iraqê ye. Rêjeya canjidestdana bi Koronayê li vê parêzgehê ji sedî 1 e, ev jî rêjeyeke baş e, di demekê de ku rêjeya canjidestdana pêketiyên Koronayê li Iraqê ji sedî 3 ye. Parêzgeha Duhokê heta niha nimûneyek e û divê ji bo rûbirûbûna Koronayê çavê lê be.
Heta dema birêveçûna wê konferansa rojnamevanî, ji koma 27 hezar 621 pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê, 3 hezar û 653 kes li Duhokê ne û ji koma 1 hezar û 32 kesên bi canê xwe ji dest dane, tenê 44 kes xelkê Duhokê bûn.
Ji aliyê xwe ve, Nûnerê Rêxistina Tendirustiya Cîhanê Edhem Îsmaîl raihand, li Duhokê heta demekê hejmara pêketiyan gelekî kêm bû, ligel wê jî divê cihên girtî bêne vekirin û parêzgeha Duhokê li pêş bazirgan û geştiyaran bê kirin.
Tekezî li wê kir jî, Duhok dikare hejmara pêketiyên Koronayê kontrol bike. Herwiha got: Hejmara canjidestdana pêketiyên Koronayê gelekî baş e û ev nîşana wê yekê dide ku xizmeta tendirustiyê bi awayekî baş pêşkêşî nexweşan dibe.
S. B