Ji bo beşdariya di projeyasaya budceyê de şandeke Herêma Kurdistanê li Bexdayê ye

Komîta hevbeş a wezaretên Plandanan û Darayî yên Herêma Kurdistanê bi armanca beşdariya di civîna komîteya dariştina projeyasaya budceya Iraqê ji bo 3 salên bê de, li Bexdayê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komîta hevbeş a wezaretên Plandanan û Darayî yên Herêma Kurdistanê bi armanca beşdariya di civîna komîteya dariştina projeyasaya budceya Iraqê ji bo 3 salên bê de, li Bexdayê ye.

Derbarê naveroka civînê de, Birîkarê Wezareta Plandanê ya Herêma Kurdistanê Zagros Fetah ji K24ê re ragihand, Banka Navdewletî û sindoqa Nextîneya Navdewletî daxwaz ji Wezareta Darayî ya Iraqê kir, sîstema dariştina projeyasaya budceyê ya yeksalî bo sîstema budceya sêsalî biguhêre.

Got jî: Li ser wê daxwazê, komîteyeke bilind hat pêkhatin û Wezareta Darayî ya Iraqê jî daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, nûnertiya wê di wê komîteyê de hebe, ji bo di dariştina projeyasaya budceyê ya taybet bi salên 2021 heta 2023an de beşdar be.

Aşkere kir jî, ji bo dariştina projeyasaya budceyê, ji niha ve dest bi zincîreyeke civînan dibe û heta dawiya meha Îlona bê berdewam dibe.

Derbarê hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dubarenebûna sînaryoya çand salên dawiyê ku bi berdewamî aliyên Iraqî budce wek karta fişarê li dijî Herêma Kurdistanê bi kar dihanî. Zagros Fetah got: Komîteya wezaretên Darayî û Plandananê yên Herêma Kurdistanê ji bilî hebûna nûnerên wan di komîteya bilind a dariştina projeyasaya budceya Iraqê de, di heman demê de komîteyeke teknîkî û hemû plan û daxwazên Herêmê li ser bingeha dahata giştî dixin nava karnameya wê bernameya sêsalî û piştî pesendkirina wê ji aliyê Encûmena Nûnerên Iraqê ve, hikûmeta Iraqê zêdetir pabendî şandina budceya Herêma Kurdistanê dibe.

Herwiha tekez kir: Hemû hewlên me ew e, di nava projeyasaya budceya sêsalî de, tevahiya mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bên bicihkirin, ji bo bibe belgeyeke yasayî û darayî. Ji ber ku tiştê heta niha wek karta fişarê li hember Herêma Kurdistanê bikar tê, babeteke siyasî ye.

 

S. B