Cebar Yawer: Di 7 mehan de 147 kiryarên teroristî li navçeyên Kurdistanî hatine kirin

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ragihand, heta meha Tîrmeha îsal, li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, çekdarên DAIŞê 147 kiryarên teroristî kirine û di encamê de 650 kes hatine şehîdkirin, birîndarkrin û revandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ragihand, heta meha Tîrmeha îsal, li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, çekdarên DAIŞê 147 kiryarên teroristî kirine û di encamê de 650 kes hatine şehîdkirin, birîndarkrin û revandin.

Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ji K24ê re red kir ku ti şandeke serbazî ya Herêma Kurdistanê niha ji bo guftûgoyan li Bexdayê be û got: Hîna şanda serbazî ya Herêma Kurdistanê ji bo beşdariyê di civînên komîteya bilind a hevahengiyê de bike, sardana Bexdayê nekiriye. Ji ber ku heta niha dema civînan nehatiye destnîşankirin.

Di navbera hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê de, 2 komîteyên bilind ên hevahengiyê hene, yek ser bi Wezareta Pêşmerge ve ye, ya din jî ser bi Wezareta Berevaniyê ya Iaqê ye. Ew komîteyên hevahengiyê îsal 2 caran civiyan, her du civîn jî di meha Tîrmehê de bûn.

Cebar Yawer aşkere kir, Herêma Kurdistanê û Bexdayê niha di qonaxa guftûgoyan de ne û het niha ti rêkeftineke derbarê hevahengiya ewlehiyê nehatiye kirin.

Amaje bi wê jî da, derbarê mûçe û xerciya Pêşmerge de, biryar e budceya texmînkirî ya Wezareta Pêşmerge amade bikin û bidin serokatiya wezîran, ji bo di çarçoveya budceya texmînkirî ya Herêma Kurdistanê de bê bicihkirin.

Diyar kir, niha komîteya bilind a Herêma Kurdistanê ji bo dariştina budceya giştî ya Iraqê bi salên 2021, 2022, 2023an li Bexdayê û pirsa budceya Pêşmerge jî di wê çarçoveyê de tê guftûgokirin.

Derbarê navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, de Cebar Yawer got: Guftûgoyê li ser hevahengiya serbazî li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dikin ku li gor madeya 140 hîna pirsgirêk li wan navçeyan heye. Bêgûman zêdebûna kiryarên teroristî yên DAIŞê li wan navçeyan metirsî ye û pêwîstî bi hevahengî û karê hevbeş heye.

Li gor zanyariyên Emîndarê Giştî yê Pêşmerge dane, li navçeyên Kurdistanî yê derveyî îdareya Herêma Kurdistanî:

- Di sala 2018an de 465 kiryarên teroristî hatine kirin, 1700 kes şehîd û birîndar bûne.

- Di sala 2019an de 237 kiryarên teroristî hatin kirin, 1058 kes hatine kuştin, birîndarkirin û revandin.

- Heta meha Tîrmeha îsal, 147 kiryarên teroristî hatin kirin û nêzîkî 650 kesî hatine kuştin, birîndarkirin û revandin.

Derbarê helwesta Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, Cebar Yawer got: Hevpeymaniya Navdewletî piştevaniyê li Pêşmerge û artêşa Iraqê dike û hewl died hevbeşiya ewlehî û hewalgîriyê di navbera her du aliyan de çê bike. Herwiha her du aliyan han dide bi karê hevbeş dawî li DAIŞê bînin.

 

S. B