Çekdaran 11 kesên din ji Efrînê revandin

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand, çekdarên Polîsa Serbazî duhî 30 Tebaxê bi ser gundê Çolaqa yê ser bi navçeya Cindirêsê de girt û 6 gundî revandin, ji nava wan 3 kesên temen mezin hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê 11 kes ji gundên Efrînê revandine û li hember berdana wan daxwaza pereyan dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand, çekdarên Polîsa Serbazî duhî 30 Tebaxê bi ser gundê Çolaqa yê ser bi navçeya Cindirêsê de girt û 6 gundî revandin, ji nava wan 3 kesên temen mezin hene.

Navên kesên hatine revandin whan ne: Kemal Şêxo (80 salî), Ebdulrehman Sîdo (80 salî), Ebdulrehman Reşo (75 salî), Rustem Rîhanê (45 salî), Hemze Reşo (45 salî) û Ehmed Reşo (40).

Wê rêxistinê diyar kir jî, grûpên çekdaran di 2 mehên bûrî de zêdetir ji 15 kesan ji gundê Çolaqa revandibûn û piştî bi neçarî pere ji wan standibûn, ew berdabûn.

Rêxistina Mafên Mirovan belav kir jî, grûpeke çekdar pêr 29ê Tebaxê kesek bi navê Selah Birîmo ji gundê Kûra yê navçeya Reco revand û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Amaje bi wê jî da, grûpa Emşat roja 15ê Tebaxê 4 kes (Esed Elo, Malşîn Elo, Ebdo Mihemed, Mihemed Hiso) ji gundê Mistika yê navçeya Şiyê revandin û piştî ji her kesekî 1200 – 2000 Lîreyên Tirkî standin, berdan.

Ev di demekê de ye, Rêxistina Mafên Mirovan pêr belav kiribû, grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve di du mehan de zêdetir ji 160 welatiyên Kurd ji Efrîn û gundên revandine.

 

S. B